Gelêrî - Şev Çû
wêneyê hunermendî:ê 190 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Şev Çû

Tenê hîştim, ay dil îşev çima çû
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû
Rabe pey kev, ay dil zû wê werîne
Te ez biriştim ay dil îşev çima çû

Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo
Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo
Xanî buye zîndan, tê de renazim
Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo

Te ji min dil bir carek min ji ter nedigo na
Te rû kûl kir carek min ji ter nedigo na
Çima îro tu ji min xeyidî ye
Te bi min çi dikir carek min ji ter nedigo na

Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo
Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo
Xanî buye zîndan, tê de renazim
Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo

Ay dil, ay ma kes nîne mîna wê (na welle)
Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî
Ax dema destâ wê li bin serê min
Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî

Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo
Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo
Xanî buye zîndan, tê de renazim
Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo

Dilê min jî te dixwazê bibîne
Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne
Çima roja eşqa hevqa kin bûne
Lê ev şîna dil jî her tim namîne

Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo
Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo
Xanî buye zîndan, tê de renazim
Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?