Gelêrî - Şilî Barî
wêneyê hunermendî:ê 151 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Şilî Barî

Şilî barî tene tene
Vana rêçê min û te ne
Şilî barî tene tene
Vana rêçê min û te ne

Porê yarê porkî kej e
Ber piştê de şe û meqes e
Porê yarê porkî kej e
Ber piştê de şe û meqes e

Çûm ku yara xwe bibînim
Kekçiyê bavê ya li ber der e
Çûm ku yara xwe bibînim
Kekçiyê bavê ya li ber der e

Şilî barî çilke çilke
Serê qondra yarê şilke
Şilî barî çilke çilke
Serê qondra yarê şilke

Gundê hember gundê me ye
Qe tunebî sed mal heye
Gundê hember gundê me ye
Qe tunebî sed mal heye

Şûna ku yaram tê da ne bî
Hêlek şên bi yek xirabe ye
Şûna ku yaram tê da ne bî
Hêlek şên bi yek xirabe ye

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?