Gelêrî - Welat Çi Qas Xweş û Rind e
wêneyê hunermendî:ê 230 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Welat Çi Qas Xweş û Rind e

Welat çi qas xweş û rind e keçikê lê lê
Mirov tê de serbilind e delalê lê lê
Yê me ne rez û ne pez e keçikê lê lê
Cih û warê me qet tune delalê lê lê Ez dizanim welat xweş e lawiko lo lo
Bê welat jiyan nameşe delalo lo lo
Ger em welat rizgar bikin lawiko lo lo
Kes namîne bi bextê reş e delalo lo lo Destê min li dawa te ye keçikê lê lê
Xew û xwarin li min tune delalê lê lê
Destê xwe di destê min ke keçikê lê lê
Ev doza ya min û te ye delalê lê lê Destê min di destê te de lawiko lo lo
Te kengî got min guh neda delalo lo lo
Gava te got min got fermo lawiko lo lo
Tev rabin di riya doza xwe de delalo lo lo (Mirim bi gilî û gazincan keçikê lê lê
Bûm Şivanê kul û derdan delalê lê lê
Hinek rabûn doz ajotin keçikê lê lê
Zû westiyan û bi nîvî berdan delalê lê lê Sûnda min bi navê Kurdistan lawiko lo lo
Ev doza qet nayê berdan delalo lo lo
Lew fêrbûne bi fikrê karker lawiko lo lo
Emê hildin ala Kurdistan delalo lo lo) 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?