Gelêrî - Xirabo
wêneyê hunermendî:ê 254 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Xirabo

Xirabo Xirabo, Weleh û bileh tu xirabî,
Tu bi galgalê , bi gotinê çênabî ,
Malê te pirr e , ji canê te re ezabî ,
Qama te kin e , hemberî taximê memikê min nabî,
Şevên Kanûnê dirêj in , tu ji ber serê min ranabî ,
Belkî debare te dibî , aboriya min di mala bavê min de nabî .
Xirabo , Weleh tu xirabî,
Tê ji dinyayê , ji alemê xirabtirî ,
Tu ji koma pismamê min çêtirî ...
Xirabo , havîn e , xweş havîn e ,
Nanîne cehîn e , û dewê tirşîn e ,
Serax û binaxa min û xelkê delal ebakî şalîn e ,
Heçî derdê dila ne dî be , bila nebîne !
Tu rabe ji min re gûzaneke berberan bîne .
Ezê serê memikên xwe biçepilînim ,
Ji kalan re bikim taştê, ezê ji xortan re bikim firavîne
Bazê dilê min , rojika rojiya sê mehan digire ,
Bila êvarê pê fitara xwe bişkinîne.
Xirabo , xirabê dinê , te mîka xwe daye bi bizinê .
Te gula xwe daye bi sosinê ,
Te berê xwe daye qetlê û sêpêya Zînê.
Ez û xirabê bi tenê , şevê nîvê şevê li zikakê li binya malan li hev rûniştin ,
Me gilîkê xwe pev kirin û gazindên xwe dihiştin .
Kundê şikêran , wawikên ber devê çeman li halê min û bejna zirav diponiştin
Mîrêkên gorê di mezelan de , ên ku îsal hezar û pênc sed sal mirî bûn , kefenê xwe li cemcûmê serê xwe gerandin , li ser qebrê xwe rûniştin , li halê min û bejna zirav poniştin .
Ez bi te re dost bûm , tu bi min re dijmin bû yî ,
Tu li paş xanîkan li min diqelistî , te derbek bi tifingê berda min , ez dikuştim .
Şevê nîvê şevê , te bi destê tola jina xwe girt û ez li ber dîwara dihîştim .
Xirabo , dîno , min bihîstî tu zewicî , te ji xwe re yek dixwestî ,
Heke ji min çêtir be , bila li te helal be , li wî canî , yan na , ezê tu nifira li te nekim , tu dûrî destî .
Xwedê teala bike , Rebî, goştê canê te bihele , li hewa bimîne komek hestî .
Tu kor bibî , têkevî ber vî destî .
Xirabo , Xirabo ! Xwedê teala bike ,
Rebî heçî ji xirabê min re bêje : " Tu xirabî "
Bila qarîn û warîna zarokê nêr tu carê di mala wan de nebî ,
Bila sed olçek genimê sor li binê beriya Mêrdînê biçine , li şûnê bila qerezîwana reş rabî ,
Ê mayî bila kuliyê par û pêrar lê rabî ,
Bila salekê bîne ser bênderê , gêre bike , û bidêre , ew jî jê re bi ka bî ,
Kulmek zadê ji wan re safî nebî ,
Xirabê min xeyidî ji gundiyan , ji maliyan .
Min dî da ser rêka Omeriyan .
Minê digo : " Ezê rabim , bang bikim heval û hogir û hemşeriyan .
Bila herin xelkê delal vegerînin bi kêf û eşq û laqirdiyan ,
Bila Xwedê teala biqedîne miradê miradxwazan û dilketiyan .
Bila miradê min û Xirabê min bimîne heya koçerên me vegerin ji deşta Mûşê rûnin akinciyan .
Xirabo , dîno , Xirabê xelkê ,
Te bejin ziravo , bi terha benikê ,
Dilkê min û bejna zirav di hev de hebû çi kul ku ketiye mala xelkê .
Xirabo , dîno , mala bavê keleşgewra min li wê çivê , li wê ewcê , li wê zikakê , li wê fitlekê,
Te meşqazê , meşqetikê , meşordekê,
Heçiyê xortê ku bi çavê xwe dî û bi dilê xwe zewicî , ewê sê roj û sê şevê xwe kuştine ji dinyayê , ji qoce felekê.
Xirabo , dîno bila li te be , li wî dilî .
Bila li mala hezar û heft sed bavê te be , li wê sewdanê , li wê aqilî ,
Çewa te dev ji min kihêla serê tewla berda, tu li bergîla şixulê Rişmiliya û Qibaliya dihesilî .
Min ji te re nego : " Di meha biharê de , bergîla li şûna kihêlan netewilîn ."
Li xuşka mezin binêr , dû re xuşka biçûk ji xwe re werîne .
Lawiko , dîno , ezê çi bikim ? Sala vê salê ez bi mêr im , tu bi jinî .
Kul û kederên te gellek in , şax berdane ser vî dilî.
Kul û kederan ji bîr nakim , heya axê mezelan kêlê di kevirî .
Kul û kederên te pirr bûne tu car dernakevin ji vî dilî .
Xelkê digo : " Keleşgewra te esmer e û genim guwîne . "
Bi xelkê tehl e û bi nevsa min şêrîn e .
Tu rabe , serê xwe di kulek û şibakê qesrê re biderxîne ,
Bila sira bayê Qerejdaxê li ser şêbiskê te eşê xîne,
Bi ser hinarkê rûkê rastê te vegerîne .
Ez dikim herim welatê xerîb û xurbetê , tu kanî ramîsenekê bi min de , ji boxaza qirikê , ji xan û manê gerdenê .
Bila kederê ramîsanê te keçikê li welatê xerîb û xurbetê di dilê min de nemîne ,
Wexta Ezraîl dakeve , ruhê min bistîne ,
Wê gavê bila duwanzdeh mikweta zêde heqê min li min xîne ,
Bila ramîsanê keleşgewra min ji min hilîne ,
Xirabo , Xirabo , Xirabo!
Wey li minê , wey li minê , wey li minê , çawa îro hatiye cewaba nexêr e ji min keçikê re .
Digo : " Delalê dilê te li welatê xerîb û xurbetê nexweş e , nexweşekî li ber mirinê .
Ezê ji komê pismaman newêrim herim serekî bidimê , xwezî ji xêra Xwedê re ezê bîstitekê li tenişta Xirabê xwe rûniştima , meyê li hevdu helal bikira heqê ramîsanan , malîfeta derdê dilketinê !
Gelî gundî û malîno , car û cîranan hûnê bi qedrê Xwedê kin ,mala Xirabê min ziyaretek pirr evzel e,
Hûn ê bi destê min bigirin û min bibinê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?