Gevorge Ferac - Birca Belek
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gevorge Ferac - Birca Belek

Germa havînê ez helandim,
Îro du ro li benda te me,
Birca bilind holya jorîn,
Keçika xweşik çima nayê.
Heseno kê ji ter go were,
Ji hewşa bircê derkev dere,
Do êvarê seet çara,
Li nava reza kê bû bi te ra.
Xweşikê heger te diye,
Tu zanê ew qîza kî ye,
Ez ê bêm dest û lingê te,
Ramîsim deqa li eniyê, li wê eniyê.
Heseno ev çi oyîn in,
Tu li serê mi dertînî,
Mi bi her du çavê xwe dît lo,
Vê çaxê tu wê digerînî.
Xweşikê ew çi gotin in,
Mi kufir û gune nekir,
Qîza cîrana me bû,
Do vî çaxî silav li me kir, wa li me kir.
Heseno te ez xapandim,
Mi go tu xortek bi nav î,
Heger ê nola te bikim,
Li kuça bavê min zaf î.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î