Gevorge Ferac - Kejê
wêneyê hunermendî:ê 25 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gevorge Ferac - Kejê

Kejê tu kej î lê, wele bîle tu kej î,
Çokê mi şikestin lê, xweşik çû mala xwe jî,
Bes e tu ji kenanê, xweşik çû mala xwe jî.
Keja bi ilwandî, wek dims û rûnê helandî,
Keja ilwandî lê, dims û rûnê helandî,
Çevê dê bavê lê, dilê mi jê tewandî,
Gurçik xera kir lê, kezeb pê ra kewandî.
Kejê tu kej î lê, wele bîle tu kej î,
Pişta mi şikênand lê te ez kirim ta û derzî,
Destê xwe midikim dakevim navê rezî.
Kejê bi kejî ye lê xwediya çarde gulî ye,
Porê zêrê zer lê xwe berda pêş eniyê,
Min û keja xwe lê li ber kaniyê hevdu diye.
Kejê te çi kir lê qutikê şamê li xwe kir,
Xemla heft bûka lê te li bejn û bala xwe kir,
Mala cahila lê te ji binî de xera kir.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î