Gevorge Ferac - Nizanî
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gevorge Ferac - Nizanî

Bilê mi go, îro mi yarî kir lê te yarî kir,
Mi rabû teşîka ava xwe li pî kir,
Govenda xort û qîza girt û bi nîvî kir,
Bazê dila li min qelibî ramûsanek ji min hêvî kir,
Minê çiqasî ji bav û birê xwe fedî kir,
Nizanê tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Bav û birê minê diçûn cem hakimê gundê wê me gilî kir,
Hakimê gundê me, cahil bû derdê dila dîbû,
Ji bav û birê min û digo hadê siktir, qîz û xort bû cahilî kir,
Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Xweziya minê par vî çaxî minê pala xwe dabû xwesê wê,
Minê sere xwe danîbû ser çonga baldûzê,
Minê carina destê xwe davetî sing û berê qîzê,
Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Mi go îro gundê me yê bişewite, gundê file bisilmana,
Bira Xwedê topekê lêxe lê ji ezmana,
Çawa cîran bûne dijminê van cîrana,
Mihebeta xelqê dewam dikin salan û mehana,
Mihebeta min û bazê dila bû pizika serê zaran û zimana,
Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim.
Gewra min here were lê fîstanê xwe bib here,
Mi te dîbû ji pencerê lê keçko eyb e ji te re,
We ji te dibînim ji pencerê lê keçko eyb e ji te re.
De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer,
Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer.
Hey lo lawo lawîno lo, bextê reşo derwîno,
Te ji kur memikê min dî lo lo, te ji kur memikê min dî lo.
De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer,
Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer.
Wele bîle mi diye lê, ser sor î kok spî ye,
Wele bîle mi diye ma, ser sor î kok spî ye,
Hinarê Rihayê ye ma du sêvê Helebî ye.
585
De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer,
Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer.
Qeymaxê gamêşê ye, lê mîna gula bi bîn in,
Heger ez carek bixwim lo kuro çiqa şîrîn in.
De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer,
Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î