Goran Dilshad - Were Were
wêneyê hunermendî:ê 42 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Goran Dilshad - Were Were

Were were tuxwa were, xemî dinyam le bîr bere
Şew ta beyan, bo yarî ciwan, roj ekeynewe be giryan

Dwênê yarim bînî lay mall, kiz kiz lêy eda bay şemall
Bejn û ballakey wek çinar, erroy zor ecûl û lasar
Lêy çûme pêş witim çonî, rûy kird bew dîwa çaw xumar
Witim de dillim meşkêne, gunahim tozê bimdwêne
Keçî eme ciwabî ew bû "wazim lê bêne"
Waz nahênim şêtî ciwanim, şêtî kiçî kurdistanim
Qet waz nahênim, qet waz nahênim

Erroyşte xwar min bedwaya, emwit şêtim ey wit waye
Çûme penay, hawarî kird, witî tûşî çî bûm xwa ye
Turre bûnîşî lê ciwan bû, şêt bûm bo ew bejn û balla ye
Witim de dillim meşkêne, gunahim tozê bimdwêne
Tû serî bab û bira û daykit, leber min sa destit bêne
Bîla em careş pêy witim "wazim lê bêne, wazim lê bêne"

Waz nahênim şêtî ciwanim, şêtî kiçî silêmanîm
Bab û biray bêne ser rêm bişimkujin waz nahênim
Ellêm ew kîjem xoş ewê, swênim xwarduwe her eysênim
Bîla daway çawêkim ka, herdû çawmî bo derdênim
Hezar car billê waz bêne
Qet waz nahênim, qet waz nahênim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î