Grup Awesta - Dotmam
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Grup Awesta - Dotmam

Ûy de dotmam
Xwezka mala me cîranê mala we biya
Ay de dotmam xwezka mala me cîranê mala we biya
Ê de bela şîva şeva li me tune bûya
Xwarina min ev garis û puşê li çolê ba
Lihêfa min ev ezmanê hefta ba
Balîfa min ew kevirkê li ser devê rê ba

Were dotmam dotmam dotmam dotmam
Ax de lê dotmam dotmam dotmam
Ûy de lê dotmam dotmam

Were dotmam ev çi kul e ev çi êş e ev çi derde
Ûy de dotmam ev çi kul e ev çi êş e ev çi derd e
Tu wê rabe çava kil ke gulya şehke pora berde
Emê herin li sîpanê xelatê
Emê herin li sîpanê xelatê
Bibin mêvanê Siyabend û Xecê

Ay lê dotmam dotmam dotmam dotmam
De lê dotmam dotmam dotmam
De lê dotmam dotmam

Ûy de dotmamê xweziya çavê min birijiyana nehatama wî yalî
Were dotmam xweziya çavê min birijiyana nehatama wî yalî
Ûy de minê dotmama xwe nedîyana di wî halî
Ê de çawa sala îsal w'ezê bê te derbas kim
Ezê bê te vê cejn û vê sersalê

Ax lê dotmam dotmam dotmam dotmam
De lê dotmam dotmam dotmam
De lê dotmam dotmam
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?