Grup Awesta - Tahîr Elçî
wêneyê hunermendî:ê 69 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Grup Awesta - Tahîr Elçî

W'ez ê îro bi bajarê Amedê ketim nav şer giran e
Li qarşî 301 Kurdan hat yedîncî qolordîya van wahşan e
Law dîsa şer e law, şer giran e
Li wê navê xortek sekiniye li ber minareya çarnigan e
Li xwe kiriye cuba parêzan e
Min li esl û feslê vî xortî pirsiye
Dibê navê wî Tahîr Elçî, ji bajarê Cizîrê, ji Cizîra Botan e
Navê xwe girtiye ji Baba Tahirê Uryan e
Lo lo Tahîro delalo, ma qey tu nizanî ku derba van wahşan e ji paşiyê ji pêşiyan e
Lo dîsa li xwe kiriye cuba parêzan sekiniye li ber minara çarnigan e
Dibê law eyb û mixabin e
Xera nekin, wêya mala Xudan e
Diparêze mala xwedê ji misilmanan re

Lo lo Tahîro delalo, ma qey tu nizanî ku derba van wahşan e ji paşiyê ji pêşiyan e
Derbeke lê dane, xwe kirine qurban e
Lo lo delalo, ma tu yê herî dîwana, heq dîwana xudan e
Li wê derê jî li xwe cuba parêzeran e
Li wê dîwana, heq dîwana Xudan e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?