wêneyê hunermendî:ê 38 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gulcera Çerkez & Razmikê Çiko - Berde

Hal berde berde berde,
Delalo destê min berde,
Hal berde berde berde,
Êtîmo destê min berde.
Wez hatim te bivînim,
Dê û bavê bistînim,
Qelenê pir nestînin,
Wez gelekî kesîb im.
Gede werî mi bixwaze,
Ji dê û bava bistîne,
Ew mêrekî pîr rehme,
Qelenê pir nastînim.
Lê lê navê te Bihar,
Hevft sal her gav ne cînar,
Bihar gava tu têyî,
Gul sosina hiltê yî.
Xortî delal Elîxan ,
Nêçîrvan û lo mêrxas,
Zû bike mi birevîne,
Destê bava bistîne.
Tu kulîlka rû ezman,
Tu çîçeka nav mêrga,
Tu kulîlka bazirgan,
Perîşan hay perîşan.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î