Gulîstan Perwer - Kurdistanê Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 897 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gulîstan Perwer - Kurdistanê Kurdistan

Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye bin destan
Barê giran li ser milan

Kurdistana bilind e
Hemî bajar û gund e
Heçî kesê te bixwaze
Divê canê xwe bi te de

(Dîsgotin)

Kurdistana pirr xweş e
Xweş Dîcle û Nerdoş e
Namûs di serê wî nîne
Ê te erzan bifroşe

(Dîsgotin)

Kurdistana hilmişt e
Ji zêr û gewher mişt e
Em li ber der dergevan
Dijmin têda runişt e.

(Dîsgotin)

Miştî jî petrol û zêr
Dijmin dixwin xêr û bêr
Runiştî textê Kohreş
Li ser taca Erdê şêr

(Dîsgotin)

Kurdistana pirr zengîn
Şax û baxên te rengîn
Ne ez tenê, le tev kurd
Ji derdê te Cigerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?