Gülistan Tokdemir - Herim Ku Da
wêneyê hunermendî:ê 48 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gülistan Tokdemir - Herim Ku Da

Ber derê we darê merx e
Lê diçêrin kar û berx e
Sîng sepetê sor û gewro
Lê gawirê min re derxe

Min go kanî kêjan kar e
Lê zalimê kêjan berx e
Min go kanî kêjan kar e
Lê gawirê kêjan berx e
Ser min re kesî hez bikî
Darê dergûşê nedî berxe

Herim ku da herim ku da
Li dest te da herim ku da
Zaten ezê birîndar im
Lê zalimê herim ku da

Dilê min ê min da te ye
Çavê min ê tim li te ye
Were min girî veneke
Lê zalimê min gune ye

Herim ku da herim ku da
Li dest te da herim ku da
Zaten ezê birîndar im
Lê zalimê herim ku da

Ber derê we ekince ye
Lê diçêrin asmeca ye
Ê ku te canê min kirî
Lê gawirê îşkence ye

Herim ku da herim ku da
Li dest te da herim ku da
Zaten ezê birîndar im
Lê zalimê herim ku da
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î