Hacî Remezanê Melazgirî - Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze
wêneyê hunermendî:ê 66 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hacî Remezanê Melazgirî - Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze

Le Axao...
Hey lawo axao
Min got di berxîtiya xwe de têr nemijiyao...
Di kavirtiya xwe de têr neçêryayo...
Di pazdeh saliya xwe de
Bû firar û qeşqûrê mehkûmê serê dax û çiyao...
Birincî bi Feyso re
Ikîncî bi şêxo re
Uçincî bi Berxê Mala Seydo re geriyayo
Sala çil û yek salê te qediya
Li Dirbêspiyê li Xeta Sûrî
Li cem Mala Haco ma
Sala çil û yek salê te qediya
Efûya te derketî
Te berê xwe da Welatê Serhedê
Kurmancên Hesenan xayîn bûn
Li ser »Zozanê Dexda« Li »Goma Xelef«
Ji Fesîhê lawê Mihê Mîrze
Mêrikê Mêrxas, Melkemotê Kûlê, Kûpê Xwînê
Çima nehewiya axao...
Axao sibe ye, dilê min ê ji dila
Dila dibîne, maqûlo

Dilê min ê ji dila, dila dibîne
Fesîhê Mihê Heyderî
Li ser nazbalgiyê rûniştiye
Temamê giregirên Hesenan li dorê rûniştîne
Qala êsîrtiya xwe li Xeta Sûrî dike
Ji cemaeta dora xwe re
Dibêje bavo, pê re dinikîne
Fesîh bi sê denga li Eshedê lawê xwe kir qêrîn e:
Eshedo lawo! tu rabe lez bike bilezîne
Bozê li tewlê derîne
Teng û bertengê Bozê çep û rast bijidîne
Destê xwe bavêje Bêşliyê
bi tevî qolê fişeka ve
Deyne qarşî bavê xwe vezelîne
Ezê berê xwe bidime
Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê
Kûla Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê
Kûleke giran e
Bavê te bimire bila hefse
Di dilê bavê te de nemîne
Lawoooo... Hehîhîîîîîî

Eshed bi sê denga
Li Fesîhê bavê xwe kir qêrîn e
Dibê: Bavo yeqîna te bê
Ji Xaliq Rebê Alemê
Qurana Nebî ne ko bavo rûknê dîn e
Mêrxasekî li Welatê Serhedê rabûye
Jê re dibêjin; Çûro, Kekê Îlyas Bavê Dirşayê
Bavo li »Erdê Kavirê« dimîne
Ev sala hefta ye ketiye sala heşta
Zozanê Dexda, Goma Xelef, Kaniya Mihê
Bi darê zorê ji me distîne
Koç û kêriyê xwe bavo, tê diçêrîne
Fesîh, bi sê denga li cemeeta dora xwe kir qêrîn e
Dibê: Gelî cemeeta hazir
Ezê dûayekê ji rebê xwe bixwazim
Hûn bi hev re bêjin »amîn« e
Belkî Xaliq Rebê Alemê
Tu car belayê wisa
Li pey mêrikê mêrxas nexîne
Fesîh lez dike dilezîne
Hespê Bozê ji tewlê dertîne
Teng û bertengê Bozê çep û rast dijidîne
Destê xwe davêje Bêşliyê
Bi tevî qolî fişeka ve
Datîne qarşî bavê xwe, diwezîne
Ma berê xwe da
Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê
Koç û keriyê Çûro Kekê Îlyas Bavê Dirşa
Ji Zozanê Dexda dertîne
Kaxizekî dinivîsîne
Li destê Başxûlamê Çûro datîne
Dibê: Çûro tu bidî xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne
Tu qetl û qitûlê bi min nekî
Ji nava çil û çicûxê min
Careke din ê lawo
Berê min li Xeta Sûrî nezivirîn... axaooo...
Lawo tu bi şera Mûhemed bêjî
Li ber te sekinîme
Heger tu bi orfê dikî
Gazî çar alî miqûfa bike
Zozanê Dexda heşt qetih e
Bila qethekî her wiha bê pol bê pere
Ji te re bimîneîîîîî
Heger tu wê yekê nakî
Kifş û raporê derxe
Zozanê Dexda bi kifş û raporê ji min bistîne
Lawo Zozanê Dexda
Zozanê bav û kalê min ê qedîmî ne ê...
Hey axaooo haêêêîîî...

Lê belê roj qameta nîvro
Berê koç û keriyê Kekê Îlyas Bavê Dirşayê
Başxûlam li nava malê diqelibîne
Çûro bi sê denga li Başxûlam kir qêrîn e
Başxûlam kaxizê bi destê Çûro
Kekê Îlyas Bavê Dirşayê datîne
Lê gava Çûro kaxizê dixwîne
Li nava serê xwe kir qêrîn e
Dibê: Lawo Zozanê Dexda
Zozanê zorê zozanê me ne
Tapû û qoçanê bavê kesî jî
Di zozan de tunîne
Emo bi sê denga
Li Dirşa qîza xwe kir qêrîn e:
Dirşa lawo tu rabe lezke bilezîne
Xwe bi aliyê odê bigihîne
Deriyê odê li taqa piştê bixîne
Bi sê denga li Çûroyê bavê xwe bike qêrîn e
Bêje bavo dayika min
Li berbanga sibê razaye
Sê xewnê xirab bavo ji te re dîne
Dibêje berê xwe nede Zozanê Dexda
Goma Xelef pêsîra xwe nede
Pêsîra Fesîhê Mihê Mîrze
Mêrikê mêrxas melkemotê kûlê kûpê xwînê
Dibêje bavo çûna te bi dawet e
Yeqîn hatina te ji me re bi şîn û girîn e
Dirşa dibêje bavo were em herin lo...
Lê bala xwe bidê
Dirşa lez dike dilezîne
Derê odê li taqê piştê dixîne
Bi sê denga li Çûroyê bavê xwe kir qêrîne e
Dibê bavo tu bidî xatirê
Xwedê û Qurana Nebî ne
Tu were destê xwe ji benda kuştinê bikşîne
Dayika min Emo
Ji berê berbanga sibê razaye
Sê xewnên xirab bavo ji te re dîne
Dibê berê xwe nede Zozanê Dexda
Pêsîra xwe nede
Pêsîra Fesîhê lawê Mihê Mîrze
Mêrikê mêrxas mêrê têr
Melkemotê kulê, kûpê xwînê
Dibêje bavo çûna te bi dawet e
Yeqîn hatina te
Ji me re bi şîn û girîn e
Dirşa dibê bavo tu were em herin lo...
Lê belê Çûro li nava serê xwe
Li Dirşa qîza xwe kir qêrîn e
Dibê: Dirşa lawo wezîfa qîza min ne ew e
Wezîfa qîza min ev e;
Rabe lezke bilezîne
Hespê bavê xwe ji tewlê derîne
Ji te re enexdar
Bismilah bike li devê çekmecê bixîne
Bi sî û du qolê fîşeka ve
Deyne qarşî bavê xwe wezîne
Bavê te li Welatê Serhedê
Mêr li qarşê xwe nedîne
Dayika te Emo ehmeq e
Nezan e aqilê wê nagire
Bila êvarê derkeve hafa
Siwarê Hesenan Fesîhê Lawê Mihê Mîrze
Êsîr û destgirêdayî
Bila li pêşiya bavê te bibîne lê...

Dirşa lez dike dilezîne
Vê tedbîra hanê ji bavê xwe re dibîne
Çûro ji malê siwar dibe
Bi sê telaqê Emo sond dixwe
Dibê: Herçî li ser Zozanê Dexda
Pêsîra xwe bide pêsîra min zilamê
Xêrê ji xêr û bazara xwe nabîne
Dê Xaliq Rebê Alemê
Pelê wî ji darê biqetîne
Xenîmê xwe li ber çavê xwe bîne
Xêrê ji vê bazara xwe nabîne axaohaîîîî...

Axaooo sibe ye
Ezê bi Zozanê Dexda diketim
Sê karî ne
Ji siba Xwedê ve Çûro
Bi serê Fesîh ve bavo qîreqîr e
Axaooo sibe ye
Wezê bi Zozanê Dexda diketim
Bi kerkora derdora Fesîh
Bi sê denga li Çûro kir qêrîn e,
Dibê: Çûro lawo tu bidî
Xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne
Tu qetl û qitûlê bi min nekî
Ji nava çil û çicûxê min
Lawo careke din berê min
Li Xeta Sûrî li cem Mala Haco nezivirîne...
Lawo Zozanê Dexda,
Zozanê bav û kalê min ê qedîmî ne
Heqê kesî di zozan de tunîne
Lawo tu bi şera Mihemed bêjî
Li ber te sekinîme
Tu yê gazî çar heb alî miqûfa bike
Zozanê Dexda heft qetihe ye
Bila qetheke ji te re
Bê pol û bê pere bimîne
Heger tu vê yekê qebûl nakî
Kifş û raporekî derxe
Bi kifş û rapora hikûmetê
Zozanê Dexda bavo
Ji min bistîne lo...

Lê bala xwe bidê
Çûro qet xebera dînlemîş nake
Ji siba Xwedê ve
Hê jî li serê Fesîh de hê qîreqîr e
Lê dixe kevirê ber serê Fesîh dişkîne
Kozikê bi ser serê
Fesîh ve bavo, diweşîne...
Dibê lawo Zozanê Dexda Zozanê me ye
Zozanê zorê ye
Tapû û qoçanê bavê te jî
Ji Zozanê Dexda re tunîne
Heger tu bi hikûmetê
Bi min re xeber bidî
Geleke serê min jê naşî
Hikûmet li pêşiya bav û kalê min nîne
Mamûrê hikûmetê van e
Li navbeyna min û qarşî wezilîne
Ezê vê sibê ji malê siwar bûme
Bi sê telaqê Emo sond xwariye
Herçî li ser Zozanê Dexda
Pêsîra xwe bide pêsîra min zilamek
Xêrê ji vê bazara xwe nabîne
Xaliq Rebê Alemê
Pelê wî ji darê diqetîne
Axaoo ax haîî...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î