Halwest - Pîrî
wêneyê hunermendî:ê 82 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Halwest - Pîrî

Jiyan weku xewnêk waye dêt û derrwa pê nazanîn
Pêwîst naka le pênawiya dillî yektir birrencênîn

Axir kurrim çon dillit hat dest le destî babe berdey
Bimxeyte xellwetgey pîrî, suzî bawkêtîm le bîrkey

Bo nazanî le rabirdû, çen azarim çeşt pêtewe
Be berdewam le xemta bûm, be min û be daykîştewe

Ay le pîrî, way le pîrî, çi derdêkî bê dermane
Mat û sergerdanit eka, etka be pendî zemane

Bo ayinde û xoşbextî to, daykit le min peroştir bû
Ger tayek bîgirtîdaye, hemûman dillman le mişt bû

Birro kurrim asude bî, jiyanit dûr le azar bê
Herçende dill pirr hesretim, bellam gerdinit azad bê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î