Hama Jaza - Le Destim Dê
wêneyê hunermendî:ê 44 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hama Jaza - Le Destim Dê

Le destim dê
Katjmêrî kameranît biwestênim
Le destim dê
Ellqey pencet pê firrê dem,
Namey bextit bisûtênim.

Le destim dê
Hemû şitêk aşkira kem.
Kam şewit geş û rûnake,
Ew şewî pif le çira kem.

Le destim dê, be dû wişe,
Dillî zaway nûstût reş kem,
Le xoşawî şewî perdetan bêbeş kem.

Namekanit yek yek mawin.
Diyarîye sadekanit yek yek mawin.
Çawyan şorre,
Dest leser sing bom westawin.
Le tawî ew karesatem
Areqey şerm detkênin.
Morî hezêkî agirîn
Be naw çawtewe delkênin.

Tallêkî pirçit nemawe
Têr têr bonim nekirdbê.
Cêyi derzîyek
Le singî birsît nemawe
Pencem pey pê nebirdbê.

Gewahî deden leserit
Dartêlekanî ser şeqam.
Gewahî deden ewaney
Namey toyan bo dehênam.

Bellê, giyan e
Ger bimewê
Katjimêrî kameranît biwestênim
Ger bimewê
Ellqey pencet pê firrê dem
Namey bextit bisûtênim
Bellgem pêye
Hezar bellgey aşkira û rûn
Bellgey çiwar sall pêkewebûn
Bellam çi bikem
Xoşewîstît nehengêke
Xwênî hellçûm dexwatewe
Xoşewîstît rûbarêke
Qînî reşim deşwatewe

Honrawe: ebdulla peşêw
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?