Harûn Ataman - Zeviyên Edabê
wêneyê hunermendî:ê 62 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Harûn Ataman - Zeviyên Edabê

Xwe bidim nasîn koleye navê min
Paşnava min nirxên rizî
Xwe bidim nasin axesore dayika min
Lê bavê min rejuya reş li bin erdê

Goristane goristane
Cihê ku ez ji dayik bûm
Goristane goristane
Cihê ku ez fêr bûm

Ku fêr bûm di nava zeviyên edaba zer
Zincîrên bi dest çêkirî rêxa dinêye barê min
Ku fêr bûm di nava cenga min û dijî min
Şer giran bû û girane, gerek bi teqe mejiyê min

Cenga girane ne karê mêrane
Ne barê ker û heştirane
Evna lehiye birîna kevnar edap girtiye
Min biborin ez verişiyam

Ji bêhna we ji dil rijiyam
Min biborin an jî neborin
Hûn kevnar bûn xwe bikujin
Xwe bikujin xwe bikujin

Gotin û Muzîk: Harûn Ataman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î