Harûn - Tirs
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Harûn - Tirs

Ev nêrîn ne yên awirê te ne

Derya û çîya ne tê de ne

Bajarekî sar û gemar

Dibînim diqerisim



Ev tîp ne ji hevokên te ne

Vana gewr û gilover in

Ev hêrs ne ji kerbên te ne

Pir lawaz û neçar î tu difetisî

Çawa dibe hîn digevizî

Çavan veke delalê tu diqerisî

Çawa dibe hîn digevizî



Tu di labîrenta mêr de

Li nav dîwarên bilind stûr

Çend serdem e ker î û kor

Te ne hêz e û jixwe ne rê ye



Piştî tu radest bûyî me roj nedî

Çav çavan nabîne êdî

Man hestî û pîst rûmet êdî



Nekeve rîya çareserîyan

Xaçepirs bi lêhb e qet rê nebû

Ev çerxa mêr e çi digire dihêre

Jîyanê jî pê re qet rê nebû



Piştî tu radest bûyî me roj nedî

Çav çavan nabîne êdî

Man hestî û pîst rûmet êdî

Derz bû mirovahîya me jî

Ji bêrîkê dixwe êdî

Deng nayê û çok dide êdî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î