wêneyê hunermendî:ê 239 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Haşîm Sîpan - Amed

Bêje Amed li ser wan xortên ciwan
Dostê Goyê spî gortin a dildar"
Şopa zinar li ser Gorsêya navdar
Destana dilê Adar û Sînan(x2)
Amed hey mizgîna roja bilind
Amed hey wêneya nexşa şehîd
Amed... Amed...

Binivîse Amed, li ber bapêlên Ava Mezin ve
Derkeviya ava çemên xwe bide
Bîhna rûpeleke kevin ji Amed
Zindî bike carekê vî canî
Biçe, çermekî pezkoviyan,
di nav daristanên Gorsê de Amed
Û carekî wa mûjangên çavê xwe yê reş "li xwe bilind bike"
keserekî ji dil de tijî bike
Hêdî hêdî li ser vê Besta dildar,
Li vê pelê pênûsê bibe û bîne
Ger nebê Amed biçe biçêviyan li ser dîwarên kela kevnar
Wêneya serxwebûn neqiş neqiş bixemilîne Amed
Amed hey mizgîna roja bilind
Amed hey wêneya nexşa şehîd
Amed... Amed...

Were Amed gotinên vî şervanî di nav hevokan de binivîse
Mîna lîlava ku di nav elendên çavan de diherike li ser lamo
û li ser pelên dibêxav
Min li nav kefenên spî nealînin, min li nav keskesor de bicivînin
di nav rengê welatê min de bixemilînin
Mîna aşiqê tirîqa heyva kemanê
Bila hevalên min, min li dardestekê bikin û ji kesera vî dilî re,
carekî tenê li derdorê sûrê amedê bigerînin
Bi rûyekî biken li zarokên Amedê binêrin, hêviyên rojê de
Bila bîranînên min li Hêdik û li Apê Mûsa û li Şehîd Remzî,
û li Şehîd Birûsk bînin bêxin baxên gulan
Diyarî ji zarokên Amedê re bişînin, Amed
Amed hey mizgîna roja bilind
Amed hey wêneya nexşa şehîd

Bila ji wan re bêjin êdî ez mêvanê axa xwe ya bedew im
Mêvanê Ayhan im, dilperestê Gorsê
Mêvanê Sînan im, lawikê zêr
Mêvanê Harûn im, dilpakî wek perîrka li ser kulîlkan
Êdî ez mêvanên zarokên Amedê me, ên mîna Zîlan, Şîlan û Dîlan û Mizgîn
Tu her binivîse Amed.
Tu bêje Amed.
Mîna ew çakûçên li ser hesinê sincirî Amed
Tu binivîse Amed.
Tu qîr bike Amed
Tu bêje Amed
Tu qîr bike Amed
Tu bêje Ameeeed..

Amed hey mizgîna roja bilind
Amed hey wêneya nexşa şehîd
Amed... Amed...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î