Hemê Hecî - Dîlbera Min
wêneyê hunermendî:ê 127 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hemê Hecî - Dîlbera Min

Sibezû ye dîlbera min çû ser kanîyê
Şe kiribû porê şil berda ser enîyê(2)
Dîlbera min ji xwe ra dikir gilî û gazincê
Xazginî li mal rûniştin man li hêvîyê(2)

Wellehî nabe billeh qet nabe
Ez çiqas dixazim dil qayîl nabe
Wellehî nabe billeh qet nabe
Ez çiqas hiz dikim dil qayîl nabe

Hunê rabin gazî muftî û mela kin
Keça ciwan ji mêrê kûtî ra nabe
Hunê rabin gazî muftî û mela kin
Keça rindik ji mêrê xirab ra nabe

Sibezû ye dîlbera min ji xwe ra dimile
Serê xwe şûştibû gulîyê wî şil e(2)
Dane mêrê kûtî/xirab dilê wî bi kul e
Dîlbera min digirî dergûş di mil e(2)

Wellehî nabe billeh qet nabe
Ez çiqas dixazim dil qayîl nabe
Wellehî nabe billeh qet nabe
Ez çiqas hiz dikim dil qayîl nabe

Hunê rabin gazî muftî û mela kin
Keça ciwan ji mêrê xirab ra nabe
Hunê rabin gazî muftî û mela kin
Keça rindik ji mêrê kûtî ra nabe
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?