Hemê Hecî - Keremê Elî
wêneyê hunermendî:ê 106 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hemê Hecî - Keremê Elî

De lo jarê
Digo Dîdo de dayê halê dilê minê bi kulê bi kederê bi mereq re
Îşev ji êvara Xwedê de li halê dilê min mêzeke
Min dî Keremê Elî kekê Fadîmê li ber pencera mahpûsxana Ercîşa kavil sekinî, ji kêfa dilê xwe re simbilê sorê narincî hine dikir.

De apê
Di ber re derbas dibû digo Keremo lo lawo ma derd û kulê dinyayê hindikbûn, ev çi derman bû te yê li ser dar û simbila xwe kir.
Digo apo mala te xirab be, birîna min kûr û xedar e derba bêxaya filîntê ye.
Kelekela germa Heyder Begê aşê keşîş kaniya binya mala lexwist bê faydekir. Min dît Dewrêş Begê, Şewketê Ali Îdrisê Cewher Efendî nava çarşiya Ercîşê meşmeş dikir. Li ber qişlê qawîşê eskeriyê sekinîn ji xwe re şevr û mişevre kir. Nav di cenderma de derxistin digo hûnê derbekê dest bedenê Kereme Elî kekê fadîmê bavê silhê

Emê hîngav bizanibin me heyfeke ji Geliyê Zîlan ji çiqa hemûya peda vekin
Ê birîndaro
Weyla birînkûro, xayîn bi rebenbe, bê hey wax hey lo liminê

Bê Na jarê
Digo Dîdo de dayê halê dilê minê bi kulê bi kederê bi mereq re. Îşev ji êvara Xwedê de li halê dilê min digiriya
Ezê rabim xwe bidime mapusxana Ercîşa kavil nava qandar û katilan û girtiya.
Minê pirs dikir pirsa Keremê Elê kekê Fadîmê bavê Silhê qeytanê, qeytanê dorê dişewqiya.

Min dî xudanekî xêra rabû li ser darê pîya
Digo xwenga minê xwe berde hewşa Îdrisê Cewher efendî nava cinazan û kuştiya.
Minê xwe berdabu hewşa Îdrese Cewher efendî nava cinazan û kuştiya.

Minê bi destê birîndarê mala bavê xwe girt kedera dile xwe yê kul ra, bejna zirav rakiriye ser darê piya
Min rebenê bala dilê xwe dayê, niqutkek xwîna sore geveze di çatmê biriyada diniqutî li ser sûretê sori sosini na wele simbêla sore narincî na wele hinarê di riya
Min rebenê bala dilê xwe dayê birîndarê mala bavê min pir û pir gelekin birîndarê nava ciya.

Ezê rabim melhemekî çêkim bi kîloya, bi derhema, bi kevçiya.
Ezê li ber serê birîndarê mala bavê xwebim
Kedera dilê xwe yê ji kul ra. Îşev ji êvara xwedê da, xwe re bikime

Bê heçî kesê navê bisilman be, Dîn û îman ji bonê hebe, heya dunya xweş û ava be, bîr nake kesîreta Geliyê Zîlan zar û zêrçê serê wan sungiyan.
Birîndaro
Weyla birîn kûro, Xayîn bi rebenbe. be hey wax hey lo wax liminê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?