Hemê Hecî - Nemînim
wêneyê hunermendî:ê 149 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hemê Hecî - Nemînim

Dayê rebenê welatê me serhed’ê, ne tû war e
Ji bextê egîdê mala bav êmin rebenê
Ne payîz e, ne havîn e, ne bahar e.
Bala xwe bidinê rojên zivistanê gelek sar in
Egîdê mala bavê min li sirgûnê ne
Sêr bike, ji bo me ne tu cîye, ne war e, ne star e
Dayê rebenê sibe ye, dilê min gulî bira xwedê,
Rabin ser da derbas bikin cotek karxezala Ez rûnim li Qerebilaxê, li mûfreza Taxilka
Li ser têl û têlgrafê, linav heval û hogira,
Min dît hurmetek, di destda dergûşek, ji wê dihat
Li çokê xwe dixist, digirîya Digo lo lo bira û digirîya.
Ber bi taşxana Bazîda şewitî va direvîya
Mi go, xwengê çibû, çi qewimî, çi çirîya ?
Go bira belkî agirê kulê têkeve mala Nidaî begê
Saet şeşê şevê, li bal xwe derxist fermana serê Kurda,
Di taşxana Bazîdê da dibijêre egîd, efat û cindîya.
Li hewşa lawê Şewêş Efendî.
Cinyazê egîdê mala bav êmin gulî bira Xwedê,
Di xwînê da dixemilîne bi singûya.
Tu sêr bike, ve sibengê,
Koloza li ser destê min gulî bira xwedê, mane vala
Kafirê romê, kom dike egîd û cindîya,
Pê ra, keç û bûkên Celalîya,
Wana didin ber singûya
Yê mayîn sirgûn dikin
Li Sînop û Zongildaxê, nav dîwalên ecnebîya.

Lo maqûlo dilê min zeman e
Xaliqê Alemê were rehmê li girtîyê hepsan e
Rêwîyê li ser çîyan e, nexwaş ê linav cîyan e
Binya Bazîdê, li hewşa lawê şewêş efendî da,
Min dît xwîn avêtîye zengûyan e
Agirê kulê bikeve mala Nidaî beg ê
Saet şeşê şevêda derxist fermana serê Kurdan e
Ji taşxana Bazîda şewitî, tu sêr bike,
Dibijêre egît, efat û cindîyan e
Ji egîtên mala bavê min ra ferman e,
Ferman a me Kurdan e
Min qijikê, min gulî birê, min nemayê,
Ez nimînim birawo,
Ez nemînim li dinyayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?