wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hemzoyê Ozman - Heso

Zerî Meyayê min ê hafê van xumama, minê hafê van xumama,
Toz û xubarê ye ho keça ê lê lê wez ê li dabo de lê, de lê, de lê, de lê zerî Meyayê.
Ez Heso me Hesoyê Silîvî me,
Serê serheda hatime, ez ê herime binê beriya jêrîn e,
Bûna zerî Meya qîza Zor Temir Paşayê Milî me.
Zerî Meya lokê devanî siyar e ketiye pêşiya qîzê Kîka û Mila,
Berê xwe daye zozana û heyran û heyran û cano.
Go Heso Zerî Meyayê go Heso qijiko, şivano, şivanê şûnvarano,
Meriv lingê te dinêre cote çarix çermê gano,
Meriv pişta te dinêre kodik û di hebano,
Meriv libasê bejna te dinêre tu mantûka li ber xalo,
Kerî çûne keriyê xwe bajo here keriyê te ji keriyê mano.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î