Hesen Şerîf - 100 Sal Kurd
wêneyê hunermendî:ê 288 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - 100 Sal Kurd

Vê cugrafyayê ser rast kin
Kurdi jî xwedî xewn û male
Dilê Rojhilata Navîn
Jêşa sînoran dinale
Çima vê dinyayê, dîwar
Bi serê bêhna mede anî
Dexil û neslê me şewtî
Tarumar bûn tirb û xanî
Apê Saykis, apê Pîko
Bûn mazuvanê nanê me
Wan pezê poletîka xwe
Berdane nav pawanê me

Sed salin warê me bûye
Serxet û bin xet û xatir
Em ji trara xelkê re av
Ji girara wan bûne agir
Tevan em cenosayd kirin
Kolunyalsit û begleran
Xwestin navê me reş bikin
Di nav dîwan û defteran
Dinyaye baxê xudê ye
Di koka xwede rengîne
Kes nikare xera bike
Rengek hebe û yek nemîne

Şûna em gaznan bikin
Şûna kes bêje mixabin
Bila dawî li xûnê were
Em wekhev û hem bira bin
Para gişt teyran têdeye
Ev asmanê şîn û mezin
Kurdistana me jî hebe
Li rêza welatan Kurd hebin
Suzê bidin wijdana xwe
Dostaniyê bikin sînor
Azadî wê bi be welat
Kevokên spî hildin jor

Gotin: Emîn Botanî
Muzîk: Hesen Şerîf
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?