Hesen Şerîf - Beyta Laliş
wêneyê hunermendî:ê 220 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - Beyta Laliş

Hatim Lalişê mendehoş
Ev biheşta pirr nûr û xoş
Li ber dergehê Şêx Adî
Bûm derwêşekî xirqepoş

Kaniya spî mora pakî ye
Berat, tuberk û çakî ye
Laliş rewşa welatê min
Kevne warê vî xakî ye

Beramber stûna miraza
Min dest bilind kir daxwaza
Welatê min riha bike
Ji ejdehak û şerxwaza

Zorî û sitem sal û zeman
Derbasbûn heftê û du ferman
Kes nekarî me winda ke
Me parastin ol û ziman

Parastin kelturê Kurdan
Şêx Fexr û Dawidê Derman
Xidir û Hesed û Pisê Cem
Derwêş û Pîr Reşê Heyran
Şîrove
logo
Muhammad 23-04-2023 01:26:22
Dest saxbin, me gelek li vê stranê guhdar dikir lê bi rastî me xueşik jê fêm nadikir

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?