Hesen Şerîf - Kanîya Evînê
wêneyê hunermendî:ê 186 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - Kanîya Evînê

Ger piştî te ez nemirim
Tibla gustîrkê dê birrim
Da carek dî l'vê cîhanê
Eşqa kesê nehelgirim

Şengebiyê porr zêrrînê
Lêvên te kaniya evînê
Kengî dê b'mista helînîn
Wê şerabê meya jînê ?

Payîz hat û solîn weryan
Dilê me l'kovana çeryan
Ji germa eşqa min û te
Erd û esman bo me giryan

Ev eşqa hinde kevnare
Rê naçînê, nîne çare
Hindî d'bûrin sal û zeman
Herdem ya xurt û siyare
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?