Hesen Şerîf - Kobanî
wêneyê hunermendî:ê 103 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - Kobanî

(Nîşe: Ev stran ji hêla Hesen Şerîf û Şe'ban Silêman hatiye gotin.)

Kobanî Kobanî Kobanî Kobanî
Kobanî Kobanî Kobanî Kobanî

“Hesen Şerîf”
Kobanî Kobanî Sembola Berxwedanê
Kobanî Kobanî Xewna Ehmedê Xanî
Kobanî Kobanî Tu Kela Berxwedanê
Kobanî ‪‎Kobanî‬ Xewna Ehmedê Xanî
Bijî ‪Yekbûna‬ Kurdan

‪‎Pêşmerge‬ û ‪YPG‬ Bira ne Li Kobanî
Nakevin Nawestin Narevin Ji Meydanê

“Şeban Silêman”
Nekevî Kobanî Em Westiyan
Karê me Şikestin û Revîn
Zarokên Me Yêtîm Axa Me Agir û Xwîn
Ey Kobanî Ez Li Bextê Te Li Tûrê ‪‎Kurdistanê‬
Nekevî Nerevî Sist Nebî Li Meydanê
Bibe Qehremana Di Dîrokê Da
Rûpela Serbilindî Ya Xwe Diçîne
Kobanî Bibe Siwara Bêyî Tirs Li Meydanê
Şorê Xwe Dihejîne
Ey Kobanî Ez Li Bextê Te Li Tûrê Kurdistanê
Nekevî Nerevî Sist Nebî Li Meyîdanê

“Hesen Şerîf”
Kobanî Tomar ke Serpêhatiyên Şervanan
Keç û Xortên ‪Kurdan‬ Rostemê Li Meydanan
Kobanî Tomar ke Serpêhatiyên Şervanan
Keç û Xortên Kurdan Rostemê Li Meydanan
Her Bijît Tu Kobanî

Çawa Dûjmin Şikandin Te Bi Bîr û Baweran
Sîngê Te Mertal e Ji Bo Rûmeta Însanan
Çawa Dûjmin Şikandin Te Bi Bîr û Baweran
Sîngê Te Mertal e Ji Bo Rûmeta Însana

“Şeban Silêman”
Lêxe Kobanî Ev Gorên Reş in
Ji Nivşê Koleyîb û Coheyîşin
Şerên Wan Dev û Şorên Wan Dar
Cenga Wan qir Xewn û Xeyal
Tenê Lêxe Kobanî
Qehremanên Wan Ji Pate û Deziyan Çêkirîne
De Lêxe Kon Mişk jê Ra Qeyîserî Ne
Lêxe Koban`i Serkeftinên Wan Şikestin in
Karên Wan Revîne Ey Êtona Dûjminan Kobanî
Lêxe Cardî Wan Ber bi Cehenemê Vegerîne

Kerkukê Bit Mihabadê Bit Amedê Bit Kobanî Bit Kurd Her yek in

“Hesen Şerîf”
Gelî Bira Min Got Îro Şerekê Li Me Qewimî Li Bina Xetê Loyî Loyî
Belê Îro Gaziya Me Yekbûna Kurdan e Loyî Loyî
Hêvî û Hawara Me Ji Korên Babane Loyî Loyî
Welah Îro Min Got Keç û Korê Kurdan Kozik û Çeperê Xwe Bi Mêranî Dane Loyî Loyî
Ax Lê Min Got Çi Şerekê Yemane Birano Loyî Loyî

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?