Hesen Şerîf - Mizgîn Ey Şehîd
wêneyê hunermendî:ê 2612 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - Mizgîn Ey Şehîd

mizgîn, ey şehîd roja me helat
bere xwîna te azadî xelat
dagirker nema şadî bo me hat
ken û bişkuvîn dagirtî welat

rabe ji xewê çavê xwe veke
ji nava gorê serê xwe rake
cîhan bihar e, li dor xwe mêze'ke
mizgîn me anî, xwe xembar neke

ev çepera te baxçê gulan e
li dor gora te şahî û dîlan e
qîz û xortan te li hev civiyane
alaya rengîn bilind hildane

me her li bîr e, şer û cenga te
mûzîk û stranên tivinga te
dijmin xwe negirt li ber singa te
xayîn direvin ji ber dengê te
Şîrove
logo
Mehmet Husnu 20-04-2023 10:17:44
Helbestekê Rizgar Kêsteyî ye, Hesen Şerîf di 2004an de sitrandiye û ji nava albûma Mizgînî weşandiye.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?