Hesen Şerîf - Poşmanî
wêneyê hunermendî:ê 150 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - Poşmanî

Min tu husa nasnekirî
Roja ku te dil dînkirî

Min gotibu buhara minî
Dê dergehê xema girî

Di aşqa te da, bûme derwêş
Min barkire, tev kul û êş

Te bilazî dil ji min bir
Ma qey ji min dixwazî hêş [X2]

Bi dilê sava, şêrîn şehê
Sihir li mi kir sal û mehê

Ez bilbilekî kêvî bûm
Çawa zû xistim rûkehê

Wek bîbilka herdu cava
Kar xezala mi nav sava

Bi bîn û naz, mim xwedî kir
Wê agir berda hinava [X2]

Te got bi xatra, te bi êk carî
Êdî ne dostî ne yarî

Lê ka bipirse ji dilê xo
Ka çi agir lê dibarî

Her bike girî, tu poşmanê
Rondik bên xwar, wek baranê

Soz û evîna min day te
Nabîn ye we li jîyanê X2
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?