Hesen Şerîf - Xewna Xanî
wêneyê hunermendî:ê 91 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesen Şerîf - Xewna Xanî

Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî
Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî
Pêşmergên barzanî, bilinde ala me ruje li esmanî
Pêşmerge û şervanîn, bilinde ala me ruje li esmanî

Şevên tarî, rujên giran me çeperên xwe bernedan
Vê axê em kirîne Mem, Zîna me jî her Kurdistan
Me duza xwe ji dil viya, me şîn kir dara hîvya
Peyama me bilind firî li hindavî deşt û çiya

Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî
Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî
Pêşmerge û şervanîn, bilinde ala me ruje li esmanî
Pêşmergên barzanî, bilinde ala me ruje li esmanî

Sund bi gura tev şehîdan, te nahêlîn bu dujminan
Bi ruh bi xuyn, bi dil û can dê te parêzîn kurdistan
Em nakevîn, em na revîn, em dîruka pir serwerîn
Em bahuza jiyanê îne, em Kaweyê Asingerîn
Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî
Pêşmerge û şervanîn, bilinde ala me ruje li esmanî

Gotin: Mueyed Teyb
Muzîk: Hesen Şerîf
Aranje: Harun Ataman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?