Hesen Sîpan - Kurdî Xweş e
Gotinên Stranan
Hesen Sîpan - Kurdî Xweş e
Kurdî xweş e xweş eWek gula sor geş e
Tak rihan bibîne
Ew ji me re şêrîn e
Dinya Kurdan nas kir
Zimanê wê hez kir
Zimanê dê Kurdî
Dilê teva xweş kir
Kurdî xweş e... (Dîsgotin)
Bilbil çû ser darê
Bi Kurdî go: yarê
Mêrên Kurdan werin
Bibin hunerkarê
Kurdî xweş e... (Dîsgotin)
Kurmancî sorgul e
Ser darê bilbil e
Ser dara şîn geş bû
Vekir sor simbil e
Kurdî xweş e... (Dîsgotin)
Awaz: Aram Dîkran
Şîrove
Stranên din ên Stranbêjî/ê
Strana Îro
5 Stranên Populer
5 Şîroveyên Dawîn
Wey Lo Dilo - Rojda
Hinek xeletî hene. Mînak(nimûne); "e" cuda tê nivîsandin. Mînak; Çi hale na❌ Çi hal e✅(yekemîn)
Pêt û agir im gerîyam na❌ Pêt û agir min gerîya.(duyemîn)
Wek feqîyêk(❌) pîr û kal "êk"di Soranî de heye,di Kurmancî de "ek" e.Mînak ;Wek feqîyek(✅)
Pêt û agir im gerîyam na❌ Pêt û agir min gerîya.(duyemîn)
Wek feqîyêk(❌) pîr û kal "êk"di Soranî de heye,di Kurmancî de "ek" e.Mînak ;Wek feqîyek(✅)

Îstatîstîk
Hejmara Stranan: 6,871
Hejmara Stranbêjan: 853
Hejmara Şîroveyan: 53
Xwendina Gotinan: 871,695
gotinenstranan@gmail.com
Malpersazî: MergeSoft