Hesenê Epo - Yar Yar
wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Epo - Yar Yar

De mi go yarîk,
Siba te xêr, eyda te pîroz û xweş bimbarik,
Minê bihîstiye te yê ser mi ra girtiye dostî yarik,
Herkî mi çêtir e te bive pîroz û xweş bimbarik,
Herkî mi ne çêtir e kula Xwedê, Şamê, Helebê, Bêrûtê têkeve mala bavê te salê carek,
Ax yarêêk, de yarêêk, de yar yar yar yar yarik.
De mi go yarîk, bira dilê min û te va hev ra dil bûya,
Tûrê parsê milê min bûya,
Tije garis û gilgil bûya,
Ew tûra jî heft car qul bûya,
Tek bira dilê min û te va bi hev ra dil bûya,
Yarê, ax yarê, de yarê, de yar yar yar yar yarê.
De mi go yarîk, kula Xwedê têkeve mala bavê te salê carik,
Ji dewêr bimîne tek dewarik,
Ji pezê bimîne berx û karik,
Ji malê bimîne tek tifalik,
Ew tifala jî teyrê bûm û mîxîne,
Pişta Çiyayê Mazî xîne,
De çawa teyrê Sîmûr pê lêde lê bistîne, ew jî qe lezetê ji canê xwe nevîne,
Yarêêk, ax yarêêk, de yarêêk, de yar yar yar yar yarêêk.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î