Hesenê Gogo - Dawidê Dawid
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Gogo - Dawidê Dawid

Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê lê dayê Şîrînê digo Mamo lawo,bejna Mamê min nayê,
Bira serê kewê sore sosinî jêkin bigerînin li derî de ocaxê lê Bexdayê,
Bira navê kuştina Mamo belav be li dinyayê,
Reşoyê Xulo xêrê nevîne şer jê wê nayê,
Hesenê Berce çûbû mezinê Çiyayê Şengalê anîne rayê,
Ez ê çi bikim berê xortê canan dane sefera Kerbelayê,
Berê Dawidê Dawid bavê Hadî kekê Eyşanê, kete sefera serhedayê de nayê, de nayê,
Şîrînê digo wez ê hewar dikim hewar nayê, hewar heye li hindada ji me ra nayê,
Ez ê çi bikim qurbet û şemalê Çiyayê Şengalê temam xayîn in,
Kesekê hewar hindada Dawidê Dawid bavê Hadî kekê Eyşanê li min nayê.
Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê lê dayê, Geliyê Bekira, li Gaza Çilmêrê, navsera
Çiyayê Şengalê,
Ji xema dilê mi ra kûr û bir e, mêyê qaleke giran danîbû li navsera Çiyayê
Şengalê kûreber e,
Mi dî eskere Şêx Îsa Efendî başqumandarê dewletê Huseyin Fawiş Paşa,
Bi emrê Mele Qazî hatiye Kozikê Mavucê Mamo bi gotin û bi galegala sar
dibarî van xebera,
Şîrînê sê denga dikire gazî, go Emînê Ezo, Hesenîkê Ezê, Silêmanê Memûd
bavê birangê mi kiribe,
De hûn ê destê xwe qewsê tivinga da bişidînin, xwîna narincî bi erdê da birêjînin,
Çevê xwe ji bilûk û eskerê Şerîf û Meşikê bînîn, şede şûdê Silêmanê Memûd
gelek in, gelek hene,
E wî li hicûma ewil xwedanê tematikê daye ber xencera,
Heyfa min lê tê ye wê yekê, çawa destê xortê canan darê kelepçê dane,
Ferza êzdî ne ew jî qismek ji me kurdan e.
Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê dayê Şîrînê digo Mamo lawo,
Şerekê qewimiye li dara Geliyê Bekira, li Gaza Çilmêrê, navsera Çiyayê Şengalê,
Ji xema dilê min û te ra li wî banî, me yê qaleke giran danîbû navsera Çiyayê
Şengalê li wî banî,
Mi dî eskerê Şêx Îsa Efendî başqumandarê dewletê Huseyin Fawiş Paşa,
Bi emrê Mele Qazî li kozik û çeperê Mamo hewa ketiye banî,
Dengê reşaş û bêlafira dinya tev helanî,
Şîrînê digo Mamo lawo, binihêr Mamê mi nayê, ez ê nizanim Mamê min kanê,
Mamo digo yadê, wez wa me li pêşiya bêlûk û eskerê Şerîfo rawestame,
Wexta minê dest avête destgîra tivingê derba ewil minê lêda û şofirê dêlazerê
bi çengekî,
Minê nehiştiye ew pêge hebe, bi xêr û silametî hewa keve banî.
Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê daye Şîrînê digo Mamo lawo,
Şerekî qewimiye li dara Geliyê Bekira, li Gaza Çilmêrê, navsera Çiyayê Şengalê,
Xema dilê mi ra kinarê lê hewayê,
Meyê qaleke giran danîbû li navsera Çiyayê Şengalê kinarê lê hewayê,
Mi dî eskere Şêx Îsa Efendî başkumandarê dewletê, Huseyin Fawiş Paşa,
Bi emrêMele Qazî di kozik û Mawucê Mamo,
Wê çawa sêrîşa helal dayê, dengê reşiş û tamatîka agir berdane vê dinyayê,
Heyfa minê tê wê yekê, destê xortê canan di darê kelepçê dane,
Ferza êzdî ne ew jî qismek ji me kurda ne,
Berê wana dane ber textê Mele Qazî, de îro mehkûmê vê Bexdayê,
De nayê, de nayê, de nayê, de nayê,
Şîrînê digo wezê hewar bikim hawar nayê, hewar heye li hinda ji me ra nayê,
Ez ê çi bikim xurbet û şemalê çiyayê Şengalê temam xayîn in,
Kesekê hewar û hindada Dawidê Dawid bavê Hadî li me nayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?