Hesenê Gogo - Evdilmecîd
wêneyê hunermendî:ê 16 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Gogo - Evdilmecîd

De wê wê wê lo bavo, şerekê me qewimiye Seregolê wê di şor e,
Kulê têkeve mala bavê Nokê, Evdilmecîd ra têye norenor e,
Evdilmecîd bi sê denga kire gazî, go Silêman bego, tu bavê min kxerîbiyê,
De tê xwe bike bilezîne, Axbaranê Elî begê xalê mi ra xwe bigihîne,
Bê Elî bego me derketiye eskerê Roma xayîn e, derewîn e,
Wê berê Evdilmecîd dane Holikê,
Heger mêranîke te de heye, de tê hêsîrê eşîrê birevîne,
Bira Roma xayîn e, derewîn e nekeve nava qîz û bûkê eşîrê ser bi por e,
Ax nemînim, nemînim malê berba ra, nemînim xurcê zêra ra,
Nemînim tewlê meneka ra, nemînim xemlê nêrî û berana ra,
Nemînim piştekê miya ra, dilo xweyo, wez ê nemînim kihêla xalê xwe ra.
De wê wê wê wê îlo bavo, şerekê me qewimiye Seregolê wê bi sûs e,
Evdilmecîd ji hêla têye, tivinga mila da diçurise,
Evdilmecîd sê denga kire gazî, go Silêman bego tu bavê mi xerîbiyê,
De tê xwe bike bilezîne, Axbaranê Elî begê xalê mira xwe bigihîne,
Bê Elî bego me derketiyê eskerê Roma xayîn e, derewîn e,
Berê Evdilmecîd dane Holikê,
Heger mêranîke te de heye, de tu hêsîrê eşîrê birevîne, hin te ra nabe namûs e.
De wê wê wê wê îlo bavo, Silêman begê rûniştiye ser banê di koşkê ye,
Dîna xwe didê da hezar hefsed siyarê ketiye rênga qerex jêla têye,
Siyarekê derketiyê yanê bi dirbê ye, ne siyar e gurê bi Xwedê ye,
Melkemotê mêrê bi kulê ye, ezraîlê bi xeybê ye,
Ewan siyara yeqîn zanibe Evdilmecîd siyarê Axçîkê bavê di Mexsê ye,
Wê serê xwe kutaye nava bijê manekê ye,
Ecele dajo birca spî ser hezar hefsed mêrî tê hewariya li birê ye.
De wê wê wê wê îlo bavo, wez ê rênga qerex dinihêrim, kêrî ha bi kêrî,
Evdilmecîd Axçîkê siyar e ajotê birca spî, ser hezar hefsed mêrî,
Evdilmecîd bi sê denga kire gazî, go Mexsiko lawo, tu bavê min kiribî,
De tê qasekê xwe bavêje qeleça dêrê, Mexsûkî zar e, çarde salî ye,
Wê bavê xwe ra bûye wa piştmêrî,
Ax nemînim, nemînim malê ber ba ra, nemînim xurcê zêra ra,
Nemînim tewlê meneka ra, nemînim xemlê nêrî û berana ra,
Nemînim piştekê miya ra, dilo xweyo, wez ê nemînim pêla xalê xwe ra.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?