Hesenê Gogo - Pismamo Rebeno
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Gogo - Pismamo Rebeno

Were lo lo lo lo lo lo lo lo,
Erê paşakî daketiyê ji Erzirûmê hatiye welatê me xelata nizanim kanê,
Mi dî çadir û xeybetê xwe vegirtin, li Kevanê Kêlê di deşta Mûşê li Çemê lê Zepayê,
Erê xwezil fediya min ne ji bavê bira bûya,
Ez ê tena kirasê melesî û xebereke şîret bimeşiyama pêşiya vî paşayî,
Min ê bigota paşa wez ketime bextê te Xwedê,
De tê megire Hesenê Elî Mîrze Axa pismamê mi rebenê,
De tê me nebe ser seferaHumsê û Qebrayê,
Erê tirsa min sêwiyê wê tirsê ye, sebra dilê min ê ji vir va here ji wê va neyê.
Erê paşa, wez ê çûme Diyarbekira şewitî, çela girtiya,
Min ê bala xwe didayê wî alîkî dewat û şahî bû wî alîkî sêbarî hizne li giriya,
Min ê halê pismamê xwe pirsî, wez ê bi heval û hogira ra digiriyam.
Erê paşa, wez ê rabim herime sara sûka û çerçiya,
Wez ê pirsa pismamê xwe bikim ji çawişê, qumandar û efendiya,
Wez ê bêjim paşa, wez ketime bextê te û Xwedê,
Derdê megire Hesenê Elî Mîrze Axa, pismamê mi rebenê,
Erê divê pismamê mi zarû ye nealimiyê ne talimiyê ser tiliya.
Erê paşakî daketiye ji Erzirûmê hatiye welatê me xanima lo henga li ding e,
Ez ê eslê vî paşayî bipirsim, qe nizanim Mosqof e ya Freng e,
Mi dî çadir û xeybetê xwe vegirte, li Kevanê Kêrê li Deşta Mûşê, fital û sing e,
Erê xwezî fediya mi ne ji bav û bira bûya,
Ez ê tena kirasê melesî û xebereke şîre bimeşiyama pêşiya vî paşayî,
Min ê bigota paşa, wez ketime bextê te û Xwedê,
Serbra dilê mi zarûyê nealimiyê, ne talimiyê li ser ling e.
Ax pismamo, nizanim çi sefer e ber bi me tê,
Ew kî bû go dengê Hesenê Elî Mîrze Axa derketiye ji kunya vê dewletê,
Giriyê mi sêwiyê bi ser dilê min û te tê,
De bajo rêwiyo, rênga xwe ma ooo,
Erê digo cawê kisikî qul e titûna te rijiya ooo,
Şela Teleferî ser bejn û bala tenik e zirav û bela û,
Kedera ser dilê keçik û domamê seferî ser dewletê,
Rênga te dûr e tu li ku ma o.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?