Hesenê Gogo - Şerê Girîdaxê
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Gogo - Şerê Girîdaxê

Wê wî lo lo ho, wî lo lo ho, wî bavo,
De dayê rebenê hê ê, şerekê me qewimiye hê ê bereka Girîdaxê, qûntarî çiyê,
Qalekê me qewimiyê hê ê, bereka Girîdaxê hê ê, qûntarî çiyê,
Dengê topan û teyara li ser me têne, fêza vê berekê,
Ax way li min wayê, way li min wayê, heyla mi kor e qe nemayê,
Rûbarî hawata te dinyayê, hetanî ez ê sax bim kula eşîra giran dilê min dernayê.
Way li min way hê ê, way li min way hê ê, min nemayê,
Şêx Zahid Efendî bi sê denga kire gazî go we ocaxî xera be,
Çawa kesekê tu nîn e cawekê bive hêla jêrîn e,
De bira bêne hewarê vê komekê,
De mala bavê dê û xwîşka bişewite,
Bira bê neferê layê eşîretê, bêje qeydekê vê hezniyê,
De bira desmalê hildin, xwîna sor temîs kin pêş aniyê,
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê,
Heyla mi kor e qe nemayê, rûbar û hawata te dinyayê,
Hetanî wez ê sax bim kula hêsîriya qîz û xortê eşîrê dilê mi dernayê.
Ax bê hî lo lo ho o, wî lo lo ho o ,wî bavo, de dayê rebenê,
Şerekê me qewimiyê bereka Girîdaxê wê bi hember e,
Qalekê me qewimiyê bereka Girîdaxê wê bi hember e,
Erê vê sibê du hezar hefsid eskerê vî contirkî kişiyaye li ser layê eşîretê, bi top
û qumbar e,
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê,
Heyla mi kor e qe nemayê, rûbar û hawata te dinyayê,
Hetanî wez ê sax bim kula eşîra giran dilê mi dernayê.
Ax bê hî lo lo ho o, wî lo lo ho o, wî bavo,
De dayê rebenê, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê derîl pirê,
Qalekê me qewimiyê bereka Girîdaxê wê derîl pirê,
Wez ê dinêrim destê layê bi eşîrê,
Di stûya da makîne, desta da tomatîkê dorvegir e,
Xwedê we em ê zane, îsal li çen salê layê eşîretê,
Berî eskerê Romê dane wergerandine ser qeza vê Îdirê,
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê,
Heyla mi kor e qe nemayê, rûbar û hawata te dinyayê,
Hetanî wez ê sax bim kula hêsîriya qîz û xortê eşîrê dilê mi dernayê.
Ax bê hî lo lo ho o, wî lo lo ho o, wî bavo,
De dayê rebenê, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê vê adiresê,
Qalekê me qewimiyê bereka Girîdaxê vê adiresê,
Du hezar hefsid eskerê vî contirkî birîne pişta xortê eşîre lê lê asê,
Şêx Zahîd Efendî bi sê denga kire gazî, go bira mala bavê dê û xwîşka bişewite,
De bira bên cinyazê layê eşîretê bikişîne Patwalê vê Balîsê,
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê,
Heyla mi kor e qe nemayê,
Hetanî wezê sax bim kula hêsîriya qîz û xortê eşîrê dilê mi dernayê…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?