Hesenê Qaso - Dinyayê
wêneyê hunermendî:ê 26 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Qaso - Dinyayê

De dinyayê berba dilê min ji Mûradê heyanê ber kelekê,
Keko, dilê min ji Mûradê heyanê ber kelekê,
Were binêre deng dîwarê Roma reş e, Lêva keko çerx e çerxaê qor felekê,
De bira kula Helebê li mala Hecî Hesenê topa siyarê Nenê da,
Neba negire sala îsal dîsa bavê Nîgarê siyarê wane baş î keko mêrkî heyf e,
De kê diye kê bînaye van sala van zemana,
Meriv du torina du maqûla, du axayê wêra bigire bavê Taşxanê Erzirûma rengîn
kekê ji malekî,
De axayê mi girtine, begê mi girtine,
Bira Xwedê xira bike, girtina girtiya çêtir Taşxana Erzirûma rengîn da kekê mi birine.
De dinyayê, wez ê diyarê rasta, Srûça şewitî, Nebîça wêran, ketim ketim, gira li girika,
Ez ê dinya xwe da daketime qola Hesenqele, wiha ketime kula wa li germika,
De bira kula Helebê mala Hecî Hesenê topa siyarê Nenê rebayê,
Ne ba ne gir e, salana îsal da bavê Nîgarê siyarê wane baş î keko mêrkî heyf e.
De kê diye kê bînaye van sala van zemana, merivê du torina, du maqûla, du
axaya wey la,
Axa rûde bavê Erzirûma rengîn kekê ji malekê,
De axayê mi girtine, begê mi girtine,
Bira Xwedê xira bike kê topaxa Xwedê hebe
Ji girtina, girtiya Taşxana Erzirûma rengîn da keko çêtir mirine.
De dinyayê go heyla li mi korê, heyla li mi kotiyê, heyla li min nemayê,
Ez ê li diyarê deşta Sirûca şewitî Nevîca wêran ketim,
Li rengê girtiya dinêrim spî bûye, bû hesabê rengê vê hewayê,
Ez ê navî nîşanî girtiya ji te ra bêjim,
Mi vê ser çokê şalî wane qetiyayî ne, betanî çavê girtiya zer bûne,
Axayê mi ji Taşxana Erzirûma rengîn da çêtir girtina girtiya çêtir mirin e,
çêtir mirin e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?