Hesenê Qaso - Heyrana Heso
wêneyê hunermendî:ê 19 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Qaso - Heyrana Heso

Oy Heso heyrano, îşev şev e şeva wê şiliyê,
Guhêra qiranê hogiçê te wê herikîye, kê pêz bîne hêşîya konê reşî erebîye,
Erge qîma te be ser xa di doşekê qastûkî na wê ber serê te da cotê memikê sor û spî ye,
Heso heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, Heseno de cano, de cano, de cano.
Heso go Meyayê, go Meyayê nemayê, li malxirabê, îşev şev e, şev şev e me bi şilî ye,
Guherê qeraniya hogiçê ne bi av e, ne bi herî ye, çirê çirdar e, birincî ye,
Wez ê li serê xwe bipêçim wî pincê reş î kazaxî ye,
Ez ê biskê serê xwe bipêçim wî pincê reş î kazaxî ye,
Min hewcê deste orxanê doşekê te yê qastûkê, ne hewce cotê memikê sor û spî ye,
Tirsa minê ji wê tirsê ye tu were satil û sûtilê mala bavê teyê min û te bihesin,
Wê min bikujin û hestê bestê min bin çala, mexala bela kin, qîz û bukê êla me
giran in,
Herne darê bindarûkê wê doxê têşiya cinyazê min bêjin eva cinyazê Hesenê
Silîvî ye,
Heso heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyran, Heseno de cano, cano,
Mi Heso go Meyayê, Meyanê go Heso heyrano,
Ez ê neselê te dinêrim kuro kurmalo,
Tu ke heye kereşivanekî eslê te ne tiştek e, xeberê te xeberê pîsa,
Hesabê lal û dur û cewahirê di barê da merivê top ke bavê binê kîsa,
Na wele hesabê qeytanê Memûdî, vê sibê merivê ji xwe ra bikişîne, darê devê kîsa,
Heseno heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyran Heseno de cano, cano.
De Meyayêgo lo Heso heyrane wez ê qiraniya hogeçê te dinêrim çi hindik e,
Kuro kurmalo, wez ê qiraniya hogeçê te dinêrim çi hindik e,
Topekê kelî kurî pîs qapûtîs, tu xirxalis, tu darik e, îro sisê ye cewaba ticarê
Şamê tê dilo tê dilbaşiyo,
Ji mi ra xeber hatiye, divê qiranê wan hogiça di nava Şamê da biha nake,
Heseno heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyran Heseno de cano, cano,
De tu were serê pira Batmanê wîşev êvar da destê xwe li nava gaz û gerdenê
min şe ke,
Heso heyrano, heyrano, heyrano, heyrano Hesko de cano de cano, cano, cano.
De Heso go Meyayê, mêlê ha ha Meyayê lê malxirabê,
Wez ê qiranî wê hogiçê xwe dinêrim qe ne hindik e,
Topikê kelî kurrî piştkapûtîsî darike,
Îro sisê ye cewaba ticarê Şamê tê,
Îro tê ji başiya ji mi ra xeber hatiye wê riya sê qonaxa pêşiya mi da tê,
Cotê qiranê hogiçim heftê dudu nîva zêrê asin dudu ji min dikirine,
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano cano.
De Meyayê go lo Heso heyran te vê sibê xebera wan da, yekê ne çê kir,
Kuro kurmalo, te vê sibê xebera wan da, yekê ne çê kir,
Serê pira Batmanê kaniya Qaqilîçkê te yê çiyayê Cûdê waniya,
Ser konê mala bavê mi da vê sibê çima mêl û gêr kir,
Malxirabo te serê kaniyê Qaqilîçkê çima paxirê xwe vê sibê wanî beramberî zêr kir.
De Heso go Meyayê, bêlê ho ho Meyayê,
Malxirabê çima vê sibê xebera wan da, yek tê neçê qir,
Serê pira Batmanê kaniya Qaqilîçkê serê çiyayê Cûdê,
Aniye ser konê mala bavê te da wekê mêl û gêr kir malxirabê,
Minê çima paxirê xwe beramberî zêr kir,
De minê çima paxirê xwe beramberî zêr kir,
Zêrê mala bavê te çiqa gelek be beramberî liba qiranê kavirê,
Na wele dîsa heqê qusêsê min dernayê,
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano, cano.
De Meyayê go hê lo Heso heyrano, tirsa mi ne ji wê tirsê ye,
Tu were xêr û şayê herî nava şamiyan e hevalana hogiran e têcirê têcirbaş ê ji
te bipirsin,
Wê bêjin Heso heyrano çima riya sê qonaxa şûnda ketiyî,
De tu were wê derê tu piyê xwe li mi bidî,
Bêjî qîza Zor Temir Paşayê Milî dergistiya Tarxanê Zîlî,
Min ê sê cara serê pira Batmanê kaniya Qaqîlîçkê kilamekê mi ramûsa,
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano, cano.
De Meyayê go lo Heso heyrano, Heso go Meyayê ha Meyayê malxirabê,
Wekê wez ê xêr û şahî herim nava şamiyan e, hevalan hogiran e,
Têcîr û têcîrbaşî erkê ji min pirsîn go Heso heyrano,
Çima riya sê qonaxa şûnda ketî,
Ez ê bêjim mi rê şaş kiriye,
Riya sê qonaxa ber qeranê hogiçê ketiye şêrika tu nayê,
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano, cano.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?