Hesenê Qaso - Nok Şewitî
wêneyê hunermendî:ê 16 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Qaso - Nok Şewitî

Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, hal tê nema,
Nok şewitî, Nok şewitî, navê dilê min peritî.
Lê Noka şewitî wê bi pûş e,
Noka wêran wê bi pûş e,
Xaniyê Mihê tev da dû dikişe,
Îşev tê da şewitiye heftê bûkê destdergûş e,
Ax Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, lê hal tê nema.
Divê Noka şewitî li devê çayê,
Noka wêran devê çayê,
Mîrza begê Xwêtî kela Mûşê biriye naçe nayê,
Ax Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, lê hal tê nema.
Divê Noka şewitî wê bi pûş e,
Noka wêran wê bi pûş e,
Xaniyê Mihê tev da dû dikişe,
Îşev tê da şewitiye heftê bûkê destdergûş e,
Divê Nok şewitî, hal tê nema, Nok şewitî, Nok şewitî, hal tê nema.
Ax Nok şewitî, Nok şewitî, navê dilê mi lê peritî,
Nok şewitî, lê hal tê nema.
Divê Noka şewitî li devê çayê,
Noka wêran devê çayê,
Êvar da Mîrza begê Xwetî têla Mûşê biriye naçe nayê,
Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, hal tê nema.
Divê Noka şewitî wê lê bi titûn e,
Noka wêran bi titûn e,
Çewkenê Mîrza begê Xweytîçuxule lo gula wa bi don e,
Nok şewitî, Nok şewitî, navê dilê min lê peritî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?