Hesenê Qaso - Sefîl Elo
wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hesenê Qaso - Sefîl Elo

Sefîl Elo Şam Helebê çiqa dûr e,
Sefîl Elo, siyarê rihanekî hûr e,
Siyaro lo lo lo lo lo lo lo.
Şade şûdê Sefîl Elo li Deşta Sûricê gelek hene,
Ajotiye pêşiya Hesê layê Memûd Paşa, destê şûr e, bêefalo lo lo,
Ax xweşmêro lo lo lo,
Maqûlo lo, mayî bi tenê ax.
Sefîl Elo mi go Şam Helebê pê hewraz e.
Divê Sefîl Elo, siyarê rihanekî gerdengaz e,
Siyaro lo lo lo lo lo,
Şade şûdê Sefîl Elo li Deşta Sûricê gelek hene,
Ajotiye pêşiya Hesê layê Memûd Paşa,
Divê devê demançê kutaye ortenga ûşaxê re bêefalo lo lo lo,
Ax xweşmêro lo, mayî bi tenê lo…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?