Heskîf Orkestra - Ez Kobanê Me
wêneyê hunermendî:ê 55 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Heskîf Orkestra - Ez Kobanê Me

Di vê tariya kor û reş de
Ji goristana sar û bêdeng
Ez bang dikim wa mirovahî, şiyar be
Ez keleha berxwedanê me
Ez parek im, ji dinyayê me
Henasek im, ji jiyanê me
Kobanê me

Dilê min
Dilê min liyan e di rê de
Kobanê xemla xwe girêde
Bejin bi kiras û xeftan e
Enî şera kesrewan e
Dilê min
Dilê min liyan e di rê de
Li Kobanê
Li Kobanê şer û ceng e
Şer û cenge, berxwedan e
Şerê hebûnê û nebûnê
Tola Arîna Mîrkan e
Li Kobanê
Li Kobanê şer û ceng e

Bijî Berxwedane YPG,
Bijî Berxwedane YPJ..

Dilê min
Dilê min liyan e wa ye
Keç û xorta çek hildaye
Li hemberî top û tifinga
Sînga xwe sipî vedaye
Dilê min
Dilê min liyan e wa ye
De lêxin
De lêxin hevalno lêxin
Pozê tifinga li erdê xin
Ser pişta hespê kumê te
Pak bikin axa welêt e
De lêxin
De lêxin hevalno, lêxin

Di vê tariya kor û reş de
Ji goristana sar û bêdeng
Ez bang dikim wa mirovahî, şiyar be
Ez keleha berxwedanê me
Ez parek im, ji dinyayê me
Henasek im, ji jiyanê me
Kobanê me

Zor zane
Zor zane û zêr zane
Devê tifinga mor zane
Li Kobanê şer giran e
Me sûnd xwarî bi şehîdan e
Bernadin
Bernadin axa waran e?
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î