Heval Îbrahîm - Penaber
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Heval Îbrahîm - Penaber

karwanek wa disa bi rê ket
bûn wek koçeran û felaket
xemil û xêza wan karwana reşin
bi derd û kul pey hev dimeşin

penaberin, penaber
wek koçeran der bi der
welat, welat digerin
bûn wek teyrê bêper

heywax li min, heywax li min
penaberim, koçerim
heywax li min, heywax li min
wek teyrê bêperim

karwan, karwanê kûl u derdan
dev ji mal u milkê xwe berdan
digerin wek koçeran der bi der
rih û can û milkan tev li ser dan

penaberin, penaber
wek koçeran der bi der
welat, welat digerin
bûn wek teyrê bêper

heywax li min, heywax li min
penaberim, koçerim
heywax li min, heywax li min
wek teyrê bêperim

karwan, karwanê penaberî
ronahî li wan buye tarî
nizani ne dikenin ya digirin
nizani ne saxin ya miri

penaberin, penaber
wek koçeran der bi der
welat, welat digerin
bûn wek teyrê bêper

heywax li min, heywax li min
penaberim, koçerim
heywax li min, heywax li min
wek teyrê bêperim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?