Heval Îbrahîm - Tu Ya Can î
wêneyê hunermendî:ê 38 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Heval Îbrahîm - Tu Ya Can î

Min soz daye ez hej te bikim
Ruha şirîn gorî te bikim
Tu ji evînê şermê neke
Tu çi bixwazî dê bo te kim
Tu li def min çenda şirîn î
Milhama derê birîn î
Ruhê di gel te ez bûme qerdar,
Tu bi tenê çi ji min bistînî
Tu ya can î tu ya can î,
Tu ne wekî çi kiçkanî
Kê di gel te bît tu ya can î,
Tu di gel kê bî bes tu can î
Kes wek te min nakenînît,
Kes wek te min nagirînît
Tu parçekê ji ruh û can î,
Tu cantirîn ji hemî kiçkan î

Ez û tu wek kewa cot in,
Tenê bo êk û du sot in
Peyv û sitranêt evînê,
Ser xatira te min gotî
Ji min bo te yar dil û ceger,
Te ji bo min sozek her û ve
Ka ew maç û xweşî û evîn,
Ji dêmê spî eniya kever
Dê were were dêmê girnijî,
Dê were la tu gel min bijî
Kes wekî te li min nagehît,
Ev dil bo te ji evînê tijî
Ger ji eşqa te ez dîn bim,
Ger perîşan û xemgîn bim
Hemî caniya te sebeb e,
Ez têk da kul û birîn bim

Tu ya can î tu ya can î,
Tu ne wekî çi kiçkanî
Kê di gel te bît tu ya can î,
Tu di gel kê bî bes tu can î

Tu ya can î tu ya can î,
Tu ne wekî çi kiçkanî
Kê di gel te bît tu ya can î,
Tu di gel kê bî bes tu can î
Kes wek te min nakenînît,
Kes wek te min nagirînît
Tu parçekê ji ruh û can î,
Tu cantirîn ji hemî kiçkan î
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?