Hevdeng - Çi Çem e Çem e
wêneyê hunermendî:ê 180 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hevdeng - Çi Çem e Çem e

Çi çem e çem e Ehmed Beg çemê Cizîrê
Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Cizîrê
Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin ser bîrê
Keçkê gundê me Têlî Beg hatin ser bîrê
Kî wez helandim narînê zîv û zincîrê
Kî wez helandim torînê zîv û zincîrê

Çi çeme çeme Ehmed Beg çemê Zilrat’ê
Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Zilratê
Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin ser latê
Keçkê gundê me Têlî Beg hatin ser latê
Kî wez helandim narînê awir şewatê
Kî wez helandim torînê awir şewatê

Çi çem e çem e Ehmed Beg çemê Bişêrîyê
Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Bişêrîyê
Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin bêrîyê
Keçkê gundême Têlî Beg hatin bêrîyê
Kî wez helandim narînê gerden sipehiyê
Kî wez helandim torînê gerden sipehiyê

Çi çem e çem e Ehmed Beg çemê Zaxoyê
Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Zaxoyê
Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin ser cûyê
Keçkê gundê me Têlî Beg hatin ser cûyê
Kî wez helandim narînê gerden morîyê
Kî wez helandim torînê gerden morîyê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?