Hevdeng - Qazê
wêneyê hunermendî:ê 128 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hevdeng - Qazê

Qazê lê Nazê lê
Ez qaz im qaz im qaz im
Qazê lê Nazê lê
Deşt û zozan direzim

Lê lê Qazê wî dilê muhubê serê min di êşe dilê min pêra yanê yanê
Wî de Qazê serê min di êşe dilê min ji bo na te yanê yanê
Taxima sing û berê Qaza min alîkî deşt e yek zozan e
De vê subengê tê da şîn bûne gul û fîdan e serê wana li hewan e
Herçiyê rebê jorê binivîse jêrê serê me hemiyan e
Herçiyê bêne serê canik û camêra hûn yeqîn bizanibin
Yazî muqaderata xwedane
Gelî gundî û cîrano mesrefa Qaza min mesrefeke giran e
Ezê çibikim feqîriya malê dinê taqeta min nagihêjê
Ezê gazî esnaf û selemkaran bikim bila fiyetekê erzan serxin

Ezê wera sond bixwim têrê nake xercê uris
Mesrefa qayîk û gemiyan were yê yê xaliq kerîm e axayo
De were Qaza min were qaza min qa nîne yeke bejn zirav e porkej e nav qendîl e
Gerden zêrê jê di hêlîn e qazê piçûk e pijîn e swêt e sor sosinê xalxalîn e lêvê tekîkê kaxizîn e
Diranê hûrê mircanîn e zaravê şirîn e xeberdana şekirîn e zimanê tûkîn e
Çavên reşî kildayîn e biriyê tenikî qeytanîn e navik zirave çar tilîne li serê qaza min kofîn e
Li ser kofiyê şarin şarê şemaqîn e li ser şarê şemaqî qole zêrên mahmudiye
Taxima sing û berê bedena qaza min fenanî zozanê li çuryê li bakûr li başûr
Li sinê li sinegê Qazgol û Bîngolê Şuşanê û Tekmanê welatê me serhedê
Merif konê dayne çadira xwe biçikîne çend rojek rojê havîna nava taxima sing û bedena bimîne
Miro wê lezetê ji bedena xwe bibîne
Gelî gundî û cîrano hûn ji bona xwedê şahad bin ev gotinên min
Gotinê hemû şan şuhretê qaza muxsîn e

Ezê tu nifira miskînê heramî mêrê qaza xwe nakim
Herçîyê navbera min û qaza min da bûye sebep bila xêrê bike qet nebîne were
Wî de were qaza min were nazika min were nazenîna min were
Gerdenzera min were pozxizêma min were nav qendîla min were
Melhema ser kewa birîna min tu were, min sond xwariye bi navê resûlê ekrem pêxember e
Heta dunya xweş û ava be tu caran nakim terka bejna zirav û sing û bere
Bê de qazê gerdenzerê, poz xizêmê, nav qendîlê derdê bê dermanê isal pera ketî nava dil û canê mêrê musulmanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?