Hizreta Heso - Gede Lawiko
wêneyê hunermendî:ê 10 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hizreta Heso - Gede Lawiko

Domamê, gundê me gundê malmîreka,
Keçikê, gundê me gundê malmîreka,
De rabe çirê vêxe dayne ser teneka,
Me yarê teze girtine û yarê kevn hatine,
Ber derê lava van dîleka.
Lê lê dînê, mala me cînarê mala şêx e,
Domamê, mala me cînarê mala şêx e,
De tu rabe kaxiz defterê dayne morê lêxe,
Domamê, de tu rabe defterê dayne morê lêxe,
Kavilê gunda da mi birevîne,
Paşê nav dengê mi dinê xe,
Yeman, lê yeman domamê.
Me çûne sal û zeman,
Kalê me çûn pîrê me man,
Heft sal domam na wele,
Dîsa li hêviya te mam.
Lê domamê, wezê navê te nizanim,
Kavilê gunda da ji te ra bêjim serê hanê pere,
Keçikê, devê mi defter e, zarê mi qelem e,
De bira devê minê xalxetî biri lêva domama mi keta,
De bira devê minê berî lêva domamê keta,
Heft sal gune bidana min, bira berê min bidana Taşkenta Wuskelana Liqerê,
De bira berê min bidana Taşkenda Wuskelana Liqêrê,
Minê bigota ya rebî şikur,
Gunê min zaf e, ne hindik e mal,
Eman eman eman heft sal temam lawiko eyle temam.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î