Hovhannes Gapo - Yar Fatimê
wêneyê hunermendî:ê 35 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hovhannes Gapo - Yar Fatimê

Yar Fatimê Fatimê lê malid bavê Fatimê,
Yar Fatimê Fatimê lê îşev emrê mi bi tenê.
Tu li serî şal û kumê lê, malid bavê Fatimê,
Tu li serî şal û kumê lê, îşev emrê mi bi tenê.
Fatima Mele Elî lê, malid bavê Fatimê,
Delala Mele Elî lê, îşev emrê mi bi tenê.
Savarê ser bi qelî lê, malid bavê Fatimê,
Sawarê ser bi qelî lê, îşev emrê mi bi tenê.
Fatimê tendûr dada lê, malid bavê Fatimê,
Delalê tendûr dada lê, îşev emrê mi bi tenê.
Goşê taxê li xwe bada lê, malid bavê Fatimê,
Goşê taxê li xwe bada lê, îşev emrê mi bi tenê.
Fatim dergê mêra da lê, malid bavê Fatimê,
Fatim dergê mêra da lê, îşev emrê mi bi tenê.
Fatim çûye qirşika lê, malid bavê Fatimê,
Fatim çûye qirşika lê, îşev emrê mi bi tenê.
Bû reqreqê şimika lê, malid bavê Fatimê,
Radimîsim zer memika lê, îşev emrê mi bi tenê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?