Hovsepyan Hohannes - Bêmalê
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hovsepyan Hohannes - Bêmalê

Ay bêmalê, lê lê bêmalê dînê,
Teyê çewa bêmal kirim, tu karekî ji xwe ra nakim lê,
Ez ê rabim vê sibekê ji kerb û kulê derdî herim welatê bavê te yê kûçik,
Terkeserî dinyayê bim bo malê dinê lê lê,
Ez ê xwe berdime qoce Rihayê, darekî tembûrê ji xwer peyda kim,
Em ê Şama şerîf cotek şalûr û bilbilê malxirab xwe ra kar kin,
Wez ê xwe berdime binî berîka jêrîn, baqê simbêla badim,
Çefî egalê nava milî xwe de xwar kim,
Bi dengê teyrî bilog re, wîqînî şivanî di çolê re,
Bi dengê dewkulê qîz û bûkê di xelqê re û têlê tembûra xwe saz kim,
Wezê li halê xwe û bêmala xwe bivêjim belkî Xwedê bêmala xwe di xewka
şîrîn rakim, bêmalê,
De rabe qadî belayê, lê bêmala min tu yî li dinyayê, bêmal wez û tu ne lê.
Ay bêmalê, lê lê bêmalê dînê, Qenter e xweş Qenter e lê,
Gidî Qentera ereba wa ye li hember e lê,
Tehtê qîza kura çargoşeyî kevirê mermer wa ye li ser e lê êê
Gidî ava bêlan û Bêlecûka şedîl meşe wa ye li ber e lê êê,
Ema mi ne bask e mi ne per e,
Ez ê bêmala xwe xelas bikim herime êsere lê êê,
De rabe qadî belayê lê êê, bêmala min tu yî li dinyayê, bêmal ez û tu ne lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?