Hovsepyan Hohannes - Çavê Reş Bela Ne
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hovsepyan Hohannes - Çavê Reş Bela Ne

Lê lê bêmalê, çavê reş bela ne,
Gidî hewara Xwedê, çavê di reşê kilmor e,
Ez ê digerim welat û şaristana, nizanim kilê sibhanî bo çavê di reş pir buha ne,
Lê lê ya wele wez ê çi bikim, sedemî çavê di reş xulqê te şîrîn, bejna te bilind,
Gelo gelek kurê bavê helalê xwe berdane,
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê ay bêmal im li min, sewdalî me yar yar.
Eman bêmalê li rabe gela, tu delal î, gidî tu kilê sibhanî, çavê xwe di reş neke xalî,
Ez ê çûme Nisêbîna şewitî, minê baxçê gulan û sêvan û çîçeka tê de danî,
Êra ketime ayata rengî nava canê zerî esmera,
Minê kir û nekiriye kewaka xwe esmara xwe jê hilnanî,
Lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lê lê lêy lêy lêy lêy,
Ay wele min te kiriye, tu zanî, te xebera xwe bi sozê xwe pêk nanî,
Te konê heftstûnî li ser danî, ay maka min î, çima ser berxa xelqê dibanî, lê
êêê a wela mi lêye
Lê lê bêmalê Diyarbekir ne tu war e,
Gelo bi ro jî germ e bi şevê çiqa sar e,
Gidî evd û însanê navê keleş gewra mi seh kiribe,
Êra li dinyayê navê zewac û kabilê dilê heram e,
Lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lê
Ay bêmal im li min, sewdalî me yar yar.
Lo lo bêmalo, çiya ban dikirin li çiya ye,
Gelo çiya hema hemû dibên em çiya ne,
Êla golikê nav garanê rabûne dibên em jî ga ne,
Îro serê sê roja çavê xwe digerînim, delalê mala nava keflê heval û hogira ne
xuyan e,
Êra wez ê çi bikim şindokî merdalê mêrê heram hatiye dibê e jî nefsa delalê malê.
Lê lê bêmalê, ji xweyla lo dayê, ez ê naçim di zozana, gelo li min nayê,
Sedemî çavên teye tirî, xulqê te şîrîn, bejna te bilind,
Ez ê digerim welat û şaristana heya bajarê Rihayê,
Êra dageriyama xêvê beriya serê sê roja çevê xwe digerînim,
Gelo hisa kewa mine gozel nayê,
Lê lê ya welê, de rabe ez ê çepilka hilgira xwe bigrim,
Bavêjime zozanê jorîn, welatê Rusiyayê,
Lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lê
Ay bêmal im li min, sewdalî me yar yar.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?