Hovsepyan Hohannes - Lê Lê Sêvê
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hovsepyan Hohannes - Lê Lê Sêvê

Lê lê Sêvê kubarê, zîra bihata lê devê wê çem e,
Gidî şirikê xizêma li pozê Sêva wî çil û çarde rim e,
Rabe ez ê çembilê Sêvê bigrim bavêjime zozanê jorîn,
Bajarê Yerewanê, Araratê bilind e lê li herem e,
Were Sêvê, were Sêvê lê kubarê wê Sêvê,
Ez ê bi xulama bejna bilind, dêmê bi gulî, şirika xizêmê lê dev û lêvê.
Lê lê Sêvê kubarê, hîva me xeyîdiye lê nare ava,
Eman bisk û mezînê me sekinîne li ezmanê hefta lê li wayê way nava,
Gidî tu wê rabe tîmarekê bide bejn û bala bilind dêmiê gulî,
Êra kilê sibhanî bide lê bedewê çava,
Ez ê çi bikim qirarê min û Sêva mi rabû ji malî bava,
Were Sêvê, were Sêvê lê melûlê wê Sêvê.
Lê lê Sêvê kubarê,
Başbazirganê bavê Sêva min rabû ji Mûsilê çû Helebê, lê tev hêstir e,
Gidî serbarê wanê xurme ye, binbarê wan lê tev şekir e,
Êra kesek xwedanî xêra tune cewabekê bişîne welatê xerîb, ji lawikê mala mi ra,
Eman bêje kuro dîno Hecî Elî kalekî extiyar bû, a Sêvê xwesto lo ji xwe ra bire,
Were Sêvê, were Sêvê lê kubarê wê Sêvê,
Ez ê bi xulama bejna bilind, dêmê gulî, şirika xizêmê lê dev û lêvê.
Lê lê Sêvê kubarê, wez ê herime mala bavê Sêva wê lê xwe bi xulamî,
Mal be ez ê nanê bavê Sêva xwe naşkînim lê bi heramî,
Eger bavê Sêvê, Sêvê bide min ez ê heft sala ji bavê Sêva xwe ra bikim lê nû xulamî,
Eger bavê Sêvê, Sêvê neda min bira heft sala nava min û bavê Sêva mi da bive
lê agirbarî,
Were Sêvê, were Sêvê lê kubarê wê Sêvê,
Ez ê bi xulama bejna bilind, dêmê gulî, şirika xizêmê û lê dev û lêvê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?